Ka werin em xwe dîsa hînî hêviyê bikin – û ji hemû şerên emperyal baz bidin

Em hînî hêviyê bibin ji Elfriede Jelinek û Konstantin Wecker. 1’ê Îlonê ya 2023’an ji bo piştgiriya digel Festîvala Çanda Kurdî ya 2023’an
Ka werin em xwe dîsa hînî hêviyê bikin – û ji hemû şerên emperyal baz bidin

der Freitag, Material: Freepik

Nivîs bi guhertoyên orîjînal bi Almanî, Kurdî û Tirkî hatiye weşandin.

"Da ku mirov durust be, divê mirov zanibe. Da ku wêrek be divê mirov têbigihîje. Da ku adil be divê mirov ji bîr neke” wisa nivîsandibû nivîskar Ernst Toller roja ku pirtûkên wî li Almanya’yê hatibûn şewitandin. Bi tenê şeş sal beriya wê wî nivîskarî di berhema xwe ya bi navê Hoppla, wir leben! de bi zarê lehengê xwe Karl Thomas serpêhatiyek dabû vegotin, “tiştên ku qewimîn, dema ku ez li wê derê amade bûm” di dema 1’emîn Şerê Cîhanê de:

Ji nişka ve, bişev, me dengê nalînan bihîst, wekî ku kesek ji ber janeke kambax êş dikişand. Paşê deng hat birrîn. Me got qey yek bi gulleyan dihat kuştin. Piştî saetekê dîsa dengê nalînan hat û vê carê deng nehat birrîn. Tevahiyê şevê mirovek naliya. Tevahiya rojê mirovek naliya. Her ku diçû bêhtir êş dikişand, bêhtir neçar dibû. Rewşa me çar salan ev bû. Me kaxiz dixistin guhên xwe. Bi kêr nedihatin. Paşê hertişt bêdeng bû.

Ne: Dijmin, lê mirov. Mirovek naliya. (…) Di saetên weha de, mirov, çawa bêjim, dadikeve heta avên binerdî, mirov ji xwe dipirse: Ev hemû seba çi? Ev hemû ji bo çi? Weyê jî weha bipirsiyana?

Li hemû welatan mirovan li ser heman pirsî diponijîn. Li hemû welatan mirovan heman bersiv didan. Ji bo zêr, ji bo erd, ji bo komir, ji mirovên mirî pêvtir ne ji bo tiştekî din, mirov, birçî man, neçar man, bersiv ev bû. Û li wir û li wê derê, herî wêrekên nav gel rabûn ser piyan û ji wan çavekoran re bi hijdînka gotin na, xwestin, ku dawî li wî şerî û hemû şeran were û ji bo welatekî têkoşiyan, ku tê de hemû zarok kêfxweş in.”

Şerê êrîşkar ê Rûsya’yê yê dij Ukrayna’yê, ku huqûqa navnetewî bin pê dike, va hema hema ev 20 meh in berdewam dike. Rojane mirov tên kuştin û seqet kirin. Wekî hemû şerên emperyal, wekî yê endama NATO’yê Tirkiye’yê yê dij mirovên li Kurdistan’ê û yên li herêmên rêveberiya xweser ên Rojava yên li Bakurê Sûrî yan jî wekî şerê Erebistana Suûdî yê li Yemen’ê û herweha wekî şerên berê yên NATO’yê, yên wekî di 1999’an de li dij Komara Yugoslavya’yê, di 2001’ê de li dij Afxanistan’ê yan di 2003’an de şerê “Hevpeymaniya Dilxwazan” ê dij Iraq’ê, ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê serkêşiya wî dikir.

Gûmanên bidawîhatineke zû ya şerê li dij Ukrayna’yê gelek qels diyar in, şer veguherî şerekî “westandinê”. Tu kes ewê vî şerî qezenc neke lê wekî ku gelek caran di dîroka cîhanê de rû daye, ewê gelek dereng bi dawî bibe. Em divê fam bikin da ku gavan biavêjin.

Divê demildest dawî li şerên emperyal werin anîn: Şerê li dij mirovên li Ukrayna’yê û herweha şerê li dij Kurdan ên li Tirkiye, Bakurê Sûrî, li Îran’ê. Herweha şerên mezintir ku em bi xetera wan re rû bi rû ne, divê pêşî li wan were girtin. Bi qasî ku dema me maye divê mirov vê yekê bike. Me ji bîr nekir ka nivîskarê Awistiryayî Karl Kraus nivîsîbû: “dema ku peyva ‘aştî’ ji bo cara pêşîn hat bilêvkirin, di borsayê de panîkekê rû da. Wan hemû bi êş diqêriyan: Heqê me ye! Wî şerî ji me re bihêlin! Şer heqê me ye!”

Wekî hunermend, wekî wêjevanekê û wekî muzîkjenekî em li ser wê yekê israr dikin, ku Ernst Bloch di berhema xwe ya bi navê “Şîlana Hêviyê” de îfade kiribû: “Girîng e ku mirov xwe hînî hêviyê bike. (…) Karvedana hêviyê, hêviyê derbas dike, di şûna wê yekê de ku mirovan teng bike, wan fireh dike (…) Da ku ev karvedan pêk were, mirovên weha divê, ku xwe bi awayekî çalak diavêjin nav wê hebûnê, ku ew bixwe aîdî wê ne. (…) Mirov hertim xwedî xeyalên zengîn bûne, xeyala ji bo jiyaneke baştir, ku dikarî pêk bihata. (…)”

Ji bo hemû mirovên li cîhanê jiyaneke baştir pêkan e – xeyal kirina wê, nivîsandina di derbarê wê de, stirîna li ser wê, israrkirina wê û bi hev re xebat kirina ji bo wê, ev daxwaza her yek ji me ye û em dixwazin wê yekê bi hev re pêk bînin: Îro, li vê derê di Festîvala Çanda Kurdî ya li Franfurt’ê de (heman daxwaz heye), û li her derê cîhanê û herroj.

Emê tu caran dev jê bernedin, ku xeyala cîhaneke bê zordestî bikin, ku tê de şer, faşîzm, nijadperestî, baviksalarî, mêtîngeriya xerabker a mirovan û jîngehê tunebin. Serhildana li Îran’ê, ku piştî kuştina jina Kurd a Îranî Jîna Mehsa Emînî dest pê kir, hişt ku li seranserî cîhanê hêviyeke ji bo perspektîfên gerdûnî yên femînîst mezintir bin. Jin, Jiyan Azadî! Ev helwêsta pêşwerû di nav tevgera femînîst a Kurdan a ji bo yeksaniya zayendan de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e.

Axayên şerrî û siyasetmedarên vê cîhanê ne dikarin xewn û xeyalên me qedexe bikin ne jî dikarin bi awayekî mayînde pêşî li hewldanên me yên ji bo pêkanîna wan xeyalan bigirin. Ne li Enqere, ne li Tehran, ne li Moskowa ne li Washington ne jî li Pekîn yan Berlîn’ê.

“Wekî rewşenbîr yan wekî kesekî asayî ya xwedî fikr û ramanan ew yek berpirsiyariya me ye ku hewlê bidin, yan qet nebe li ser wê fikirin, ka rewş dikare çawa çêtir xuya bike. Û dema ku mirov hebin, ku bi rastî jî hewlê didin, ku tiştekî baştir biafirînin, ew yek dibe berpirsiyareke ser milê me, ku em di wî warî de piştgiriya wan bikin” weha digot David Graeber di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameger Pınar Öğünç de di derbarê wateya “şoreşa rasteqîn” a li Rojava de. Ev hestên me hemûyan îfade dike. Antropolog, anarşîst û Antî-faşîst David Draeber di 2’ê Îlona 2020’an de di demeke pirr zû de xatir ji vê jiyanê xwest. Wî, wekî rewşenbîr, lêkolîner û çalakvanê Occupy hertim ji xwendekarên xwe re digot, em dikarin bi riya afirandina alternatîfan serî bi pirsgirêkên cîhanê derxin. Nabe ku em tu caran dev ji xeyalkirin û hêvîkirinê berdin û divê em bikevin nav lêgerînekê.

Ji aliyê din de mirov nikare tehammul bike, ku hikûmeta Alman, şîrketên Alman û sanayiya şerrî ya Alman heta îro jî piştgirî didin rejîma sûcdar û nijadperest a Erdoğan: Bi vî awayî siyasetmedarên hikûmetê xwe dikin şîrîkê wî şerê êrîşkar ê Erdoğan, ku huqûq navnetewî bin pê dike- ji ber ku artêşa Tirk a endama NATO’yê sûcên xwe yên şerrî bi çekên Almanan û herweha bi panzerên Alman pêk tîne, wekî ku dagirkirina dij huqûqa navnetewî ya Kantona Bakurê Sûrî Efrîn’ê ya sala 2018’an û derbeder kirina xelkê Kurd û Êzîdî yên wê herêmê.

Ji ber vê yekê li Enqere’yê toqekirina wezîra navxweyî ya Alman a digel hevkarê wê yê Tirk a sala 2023’an rezaletek bû lê di heman demê de zelaliyek jî bû: Di siyaseta (derve) ya Alman de tiştekî femînîst nîne, ev yek derew û dûrûtî ye. Şerê êrîşkar ê Tirk ê rejîma Erdoğan huqûqa navnetewî bin pê dike û sûcekî li dij mirovahiyê ye. Lê hikûmeta Alman bêdeng dimîne û bi vî awayî dîsa digel hevgira xwe ya NATO’yê Tirkiye’yê re li dij penaberan rêkeftineke qirêj girê dide. Ev rêkeftin ji bo gelek kesan tê maneya mirinê. Ew kes di deryaya Spî de, di der-sînorên Qela Ewropa’yê de û di zindanên îşkenceyê yên “hevalbendan” de dimirin.

Rojava û Kurdistan me hemûyan elaqedar dike: Mirovên Rojaba niha pêdiviya wan bi piştgiriyeke cîhanî heye. Û ême jî pêdiviya me bi utopyaya Rojava heye: bi vê ceribandina cviakî ya demokrasiyeke ji jêr ber bi jor ve û ya komûnan, ya femînîst, ekolojîk û edaleta civakî, ya civakên pirrnijadî û pirrolî ya li herêmeke baviksalar a otokratan û ya şiddet û şerran. Bi salan e ev projeya rêverberiya xweser a li Rojava ji bo hemû mirovên li herêmê bûye bana hêviyeke ji bo aştî û hevgirtina dij-nijadperest li hember nefret û wêrankarî.

Lewma em hêvî dikin, ku li seranserî cîhanê gelek mirov tev lê bibin û ji bo Rojava û li dij şeran derkevin ser kolanan: Pêdiviya me bi pêleke cîhanî ya neîtaatiya sivîl heye, da ku em hemû çekfiroşiyan bidin sekinandin! Herweha divê axir rêkeftina Tirkiye û Yekitiya Ewropî ya kujer jî were rawestandin, ku li dij hemû kesan hatiye girêdan, ku neçar dimînin ji ber şer, xela, rewşa xerab û wêrankariyan birevin. Meha Pûşber a îsal destpêka jiholêrakirina mafê penaxwaziyê û siyaseta YE ya li dij penaberan bû. Mesele li vir mirov û mirovahî ye! Ka werin em şerran niha bidin rawestandin!

Elfriede Jelinek di sala 2022’an de ji înîsiyatîfa “nivîskar ji Rûsan lava dikin, ku qala rastiyê bikin” weha dinivîsî:

“Mirov bi zelalî bêje: Tiştê ku nîşanî we didin, ne rast e. Dîmen derewan dikin, ji xwe peyv nabînin, ku bêjin. (…) Gelekî xwedî çand ê wekî Rûsan, ku ez hertim heyrana wêjeya wan bûme, nabe ku li hember wan derewên beredayî bêdeng bimînin, divê rastiyê bêjin. Her wekî helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên we yên hêja, ku rastî anîn ziman û bi vî awayî bûn malê mirovahiyê. Xwe ji vê civakê bêpar nehêlin, her yek ji we jî rastiyê bînin ziman, ku rastiya we ye, ku ev şerê êrîşê yê li dij welatekî serwer ê wekî Ukrayna’yê divê were bi dawî anîn, û him jî yekser.”

Konstantîn Wecker di manîfestoya xwe ya dij şer a 3’ê Adarê ya 2022’an weha dinivîsî: “Ka werin em piştgirî bidin hevalên xwe yên aştîxwaz ên li Rûsya’yê: Li wê derê li dij wî şerê êrîşê pêdivî bi seferberiyek û bangawaziyeke ji bo hemû leşkerên Rûsî heye, ku yekser fermanan paşguh bikin û ji wî şerî baz bidin. Bi tenê serhildaneke di nav leşkerên Rûsî dikare vî şerî yekser bide sekinandin! Kesên temenmezin ên di nav me de, ewê bê bîra wan: Li Vîetnam’ê jî weha bûbû- Wê demê dawiya şerê êrîşê yê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê bi bazdanên girseyî û serhildanên leşkerên asayî yên Amerîkî yên li dij efser û generalan dest pê kiribû.”

Em dixwazin behsa sûcekîn din ê şerrî bikin: behsa komkujiyekê, ku li çiyayên Kurdistan’ê bi destê efser û leşkerên endama NATO’yê Tirkiye’yê ve hat pêk anîn. Kujer heta îro jî dernektin pêşiya dadgehê û çend hefteyên din 25’emîn salvegera vê bûyerê ye. Helbet ev, yek ji gelek mînakên bi vî rengî ye: Munîxiya Andrea Wolf/Ronahî û herweha muzîkjenê Kurd Hozan Hogir jî pê re, û herî kêm kesekî din di 23’ê Cotmeha 1998’an de piştî ku bi awayekî bêçek ji aliyê efser û leşkerên Tirk ve li çiyayên herêma Kurdan a Wan’ê tên girtin, îşkence li wan tê kirin û ew tên înfaz kirin. Encax piştî 15 salan di Îlona

2013’an de li çiyayên Keleh ên dora Çatax’ê li cihekî nêzîkî wê komkujiyê dikare goristanek were vekirin, lê malbatên kesên kuştî dikarin bi tenê ji bo demeke kurt li wê derê bimînin û hezkiriyên xwe bi bîr bînin. Bi tenê du sal paşê, roja Yekşemê ya 29’ê Mijdarê ya 2015’an de, çend hefte piştî seredana Eqnere’yê ya Angela Merkel, ku tê de “Rêkeftina Tirkiye-YE” ya dij penaberan hatibû girê dan, artêşa Tirk bi helîkopter, firokeyên şerrî û narincokan abîde û navenda belgekirinê, ku navê enternasyonalîst, femînîst, antî-faşîst a Alman Andrea Wolf lê hatibû kirin, bi ser de bombe barandin û ew xera kir. Hevdem, ev yek li gor huqûqa navnetewî sûcekî şerrî ye.

Ew bi tenê zindiyan bombebaran nakin, herweha kesên kuştî û qetlkirî jî bombe dikin ji ber ku ew dixwazin bîranîna fikr û xeyalên wan jî ji holê rakin. Lê belê ew nikarin. Em divê fikr utopyayên kesên qetlkirî bibîr bînin, ku bi vî awayî ew tu car neyên ji bîr kirin, ne fikrê wan ne jî ew kes: “Xwezî li metropolan tevgerek hebûya, ku li hember vî şerî rabûya û pêşî lê bigirta. Bi tenê nehêlin teqwiye here şer. Ez dizanin, ku ev yek li gor rewşên li metropolan tiştekî utopîk e. (…) Di maweya dirêj de jî rewş ewê weha be. Heyf e, yan na ewê tişt biguheriyana. Tevgereke mîlîtant, ku mêkineyên şerrî pûc bike.” Andrea Wolf ev hevok 17 meh beriya qetlkirina xwe, di 1’ê Gulanê ya 1997’an de di 32 saliya xwe de li çiyayên Kurdistanê nivîsîbû.

“Da ku mirov adil be, nabe ku mirov ji bîr bike” weha nivîsîbû nivîskar Ernst Toller roja ku li Almanya’yê pirtûkên wî hatibûn şewitandin. Em jî wekî bangawaziya me ya ji bo mirovên li Rûsya’yê herweha em dixwazin di vê roja navnetewî ya dijî şerr de bang li mirovên li Alman’yê bikin, axir dawî li bêdengiya xwe bînin û rastiyê bêjin: Hikûmeta Alman heta îro jî tevî welatên din çekan difiroşe hevgira xwe ya NATO’yê Tirkiye’yê jî û bi wan çekan rojane mirov tên kuştin û şerên êrîşê yên dij huqûqa navnetewî tê meşandin. Rêkeftinên YE û hikûmeta Alman ên digel Tirkiye’yê ji ber mirina girseyî ya penaberan a nav deryayê Spî û ser sînorên derve yên YE hev-berpirsiyar in.

Di bangawaziya xwe ya “Pêşî li Karesatê Bigirin” de Elfriede Jelinek tevî rewşenbîrên din hîna di 2019’an de: “Di şûna wê yekê de piştgirî bide îftîrayên Erdoğan, ku Kurdan û bi giştî jî hemû muxalîfan wekî “terorîst” pênase dike, YE divê hevkariya xwe ji ber çavan re derbas bike, ku di warê siyaseta xwe ya koçberiyê de tevî Enqere’yê tevgidere. Ev yek bi taybetî di waran waran de arasteyî hikûmeta Alman dike, ku ji zû ve nîşandana sembolên Kurdî qedexe dike. Lê berevajî wê yekê mafê mirovên ji Sûrî , ku li Almanya û Ewropa’yê li hember zulumkarên xwe werin parastin, divê bi awayekî aşkere were garantî kirin. Ev yek herweha di xizmeta berjewendiyên Almanya’yê de jî: Ewên ku destê serbest didin rejîmên otorîter û bi vî awayî pêvajoya demokrasiyê qels dikin yan bi giştî xera dikin, ewê nikaribin vî cîhanî ji bo kesekî jî bikin cîhekî ewle.”

Li vê derê em dixwazin banga serbest berdana Abdullah Öcalan bikin, ku ji 1999’an ve anku ev 24 sal in di girava girtîgehê ya Îmralî’yê de di tecrîdê de ye. Ev siyasetmedar, nûner û teorîsyenê girîng, di pirtûka ya bi navê “Parastina Gelekî” deweha dinivîse:

“Kesayeteke bi exlaq û polîtîk a bi heywan re bûye dost, bi xwezayê re li hev hatiye, bi jinan re jiyaneke xwe dispêre mêzîna hêzê ya bi aştî, azad-wekhev û eşqê parve dike, hêza zanist û teknîkê ji lîstoka şer û îqtîdarê derdixîne, bi qasî hêza Enkîdo dikişand bajêr û bi dewletê ve girê dida, min jî dikişîne û bi mane dibînim. Ji sedî sed ez behsa hesreteke bi sedema girtîhê hatiye afirandin nakim. Ez behsa raman û paradigmayeke mezin a rûhî dikim. Ez ji helwesta kategorîk, ji perestbûna hêza mezin, ji serdem û jiyanên di bin lekeyên xwînê yên şaristaniyê de mîna stêrkan dibiriqin, bi rastî ez hem bêzar bûm û hem jî nefret dikim.

(... Eger mirov xwe ji şaristaniya çînî ya dewletparêz û hîyarerşîk qut bike, ev xwerexnekirineke mezin e. Ez bawer dikim ku ezê di vî warî de bi ser bikevim. Ez pir dixwazim, ez tevlî zarokatiya mirovatiyê, dîroka gelan û kedkaran a dane ji bîrkirin, cîhana wekhev-azad a utopyayên jin, zarok û pîrên zarok bibim û serketinê li wir bi dest bixim.

Ev hemû utopya ne. Lê carnan utopya di nav avahiyên mîna goristanan de bexteweriya bi tenêne ji bo rizgarkirina jiyanê. (...)“

Ji bo çareseriyeke adilane û aştiyane ya ji bo mirovên li Kurdistan’ê divê Abdullah Öcalan were serbest berdan û qedexeya ser PKK’ê ya li Almanya’yê were rakirin.

“Faşizm ne fikrek e lê sûcek e!” bi vê hevoka xwe Martin Löwenberg (1925-2018) di gelek xwepêşandanên hevpar de mirovan teşwîqî cesareta medenî kirin, wekî mînak meşên Naziyan bi barîkatan hatin asê kirin, jiyana mirovan hat rizgar kirin û penaber hatin veşartin. “Tiştê ku ne qanûnî be dikare rewa be” dibêje girtiyê berê yê kampên naziyan û têkoşerê berxwedanê Martin Löwenberg di belgefîlma bi heman navî ya Petra Gerschner û Michael Backmund de ya ser jiyana wî ya li dij faşîzm, zordarî û şer.

Em dixwazin peyama xwe bi helbesta Di dawiya Demê de ya helbestvan Rose Ausländer (1901-1988) biqedînin. Di 1941’ê de faşîstan Rose Ausländer dixin gettoya Czernowitz. Ew jî li wê derê helbestvan Paul Celan nas dike û herdu ji ber hezkirina xwe ya ji bo helbestan dibin heval, ku ev hevaltî heta dawiya emrê wan berdewam dike. Piştî ku getto belav kirin jî nahêlin Rose Ausländer ji bajêr dekeve, lê ew ji ber xebata bi dara zorê û dersînorkirinê direve û xwe di jêrxaneyekê vedişêre û ji Holokost û şer rizgar dibe. Ev helber tije hezkirina ji bo mirovan û tije hesret û hêvî ye ji bo jiyaneke piştî şerr. Em jî vê yekê ji bo hemû mirovên li her parçeyên Kurdistan’ê hêvî dikin, ku zêdeyî 100 sal in di bin zordestiya emperyal û şerr êşê dikişînin. Û em hêvî dikin ku şerê ku hertim “Cterora serdestan“ e axir bi dawî were:

Di dawiya demê de

Dema ku şer biqede di dawiya demê de

Emê dîsa herin Muschelallee bigerin temam

Bi mirovan û mirovan

Dema ku pêk hat, ewê xweş be

Di dawiya demê de

– Rose Ausländer

Leonhard Foeger/picture alliance/reuters

Elfriede Jelinek di sala 1946 de li Avusturya ji dayik bû. Di sala 2004 de Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirtiye. Nivîskar di lîstikên xwe yên wekî Rechnitz (Der Würgeengel) de bi mijarên baviksalarî, şer û faşîzmê ve mijûl dibe. Jelinek jî bi dehan salan di nivîsên xwe yên siyasî de piştgirî daye gelê Kurdistanê û bi hevkarên xwe yên sirgûnî yên wekî nivîskara tirk Asli Erdogan re dilsoz e.

Alexander Gonschoir/Imago

Konstantin Wecker di sala 1947 de li Munîhê ji dayik bû. Bi salan piştgirîya tevgera Kurd dike. Muzîkjen di xaniyek antî-faşîst de mezin bû: bavê wî red kir ku di Wehrmacht de xizmetê bike, diya wî bi wî re çû xwepêşandanan. Helbestvan ji ber hêz û radîkalîzma lîstikên wê heyranê Elfriede Jelinek e. Di hevkariya li ser vê nivîsê de kêfa wî ya "bêsînor" heye.

Die besten Blätter für den Herbst

Lesen Sie den Freitag und den neuen Roman "Eigentum" von Wolf Haas

Wissen, wie sich die Welt verändert. Abonnieren Sie den Freitag jetzt zum Probepreis und erhalten Sie den Roman “Eigentum” von Bestseller-Autor Wolf Haas als Geschenk dazu.

Gedruckt

Die wichtigsten Seiten zum Weltgeschehen auf Papier: Holen Sie sich den Freitag jede Woche nach Hause.

Jetzt sichern

Digital

Ohne Limits auf dem Gerät Ihrer Wahl: Entdecken Sie Freitag+ auf unserer Website und lesen Sie jede Ausgabe als E-Paper.

Jetzt sichern

Dieser Artikel ist für Sie kostenlos. Unabhängiger und kritischer Journalismus braucht aber Unterstützung. Wir freuen uns daher, wenn Sie den Freitag abonnieren und dabei mithelfen, eine vielfältige Medienlandschaft zu erhalten. Dafür bedanken wir uns schon jetzt bei Ihnen!

Jetzt kostenlos testen

Kommentarfunktion deaktiviert

Die Kommentarfunktion wurde für diesen Beitrag deaktiviert. Deshalb können Sie das Eingabefeld für Kommentare nicht sehen.